HRANA: Li Îranê di 30 rojan de herî kêm 50 kes hatin darvekirin

HRANA’yê ragihand ku di 30 rojên dawî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 50 kes hatine darvekirin û 541 kes hatine girtin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê di 30 rojên borî de herî kêm 50 bûyerên darvekirinê hatine tomarkirin ku piraniya wan darvekirina girtiyên siyasî yên çalakiyên nerazîbûnê ne. Her wiha hate gotin ku 541 bûyerên girtinê hatine tomarkirin. Li gorî heman raporê 262 mal û milk jî di bin navê ‘alîkariya bi dijmin re’ hatine desteserkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku rewşa girtîgehan xiraptir bûye; 73 bûyerên binpêkirina mafan li dijî girtiyan weke astengkirina çareseriya bijîşkî û veguhestina nediyar a girtiyên siyasî hatine kirin. Li aliyê din hêzên ewlehiyê ji ber gulebarana bêserûber li her du bajarên Îranşar û Kirmanşahê, herî kêm 7 welatiyên sivîl û zarokek kuştine.